Şêniyên Efrînê li dijî peymana li ser Şengalê daketin qadan

Bi diruşmeya "Bi îradeya gelê Êzidî em ê îxanetê têk bibin û azadiya gelan pêk bînin", Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê, bi hevkariya Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê li dijî peymana li ser Şengalê meşek li dar xist.

Şêniyên Efrînê li dijî peymana li ser Şengalê daketin qadan
Şêniyên Efrînê li dijî peymana li ser Şengalê daketin qadan
Şêniyên Efrînê li dijî peymana li ser Şengalê daketin qadan
Şêniyên Efrînê li dijî peymana li ser Şengalê daketin qadan
Şêniyên Efrînê li dijî peymana li ser Şengalê daketin qadan
Şêniyên Efrînê li dijî peymana li ser Şengalê daketin qadan
Şêniyên Efrînê li dijî peymana li ser Şengalê daketin qadan
Şêniyên Efrînê li dijî peymana li ser Şengalê daketin qadan
24 mijdar, 2020   16:06
ŞEHBA

Bi dehan endamên sazî û yekitiyên herêma Efrînê li pêşiya kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûm û bertek nîşanî peymana hikuma Iraq û Hewlêrê ya li ser Şengalê dan.

Şêniyan alên Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê, wêneyên qurbaniyên komkujiyên DAIŞ'ê yên li Şengalê, pankartên  "Bi rihê berxwedana Şengal û Berxwedana Serdemê em ê azadiya gelê xwe mîsoger bikin " û "Bi îradeya gelê Êzidî em ê îxanetê têk bibin û azadiya gelê xwe pêk bînin" hildan."

Şênî ji pêşiya kampa Berxwedan dest bi meşê kirin û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê berz kirin. Meş li qada kampê rawestiya.

Piştî deqeya rêzgirtin daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di dîroka 9'ê Mijdara borî de hikumeta Iraq û hikumeta herêma Kurdistanê ji bo kontrokirina Şengalê lihev kirin. Ev lihevkirin bêyî li rêveberiya pêkhateyên Şengalê vegere pêk hat. Pêkhateyên Şengalê di oxirkirina rizgarkirina xaka xwe û ji bo avakirina rêveberiya xwe canê feda kirin. Lê bêhna komployeke tê ku ji aliyê dewleta Tirk, dewleta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê hatiye plankirî.

Herî dawî hêzên Iraqê li ser sînorê Şengal kom bûne da ku derbasî Şengalê bibin, ev yek berdewama vê komployê ne  û cihê matmayînê ye ku Şengalî dema êrişên DAIŞ'ê hêviya dîtina wan dikir.

Em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Şengalê vê lihevkirin û tevgerên leşekî yên bê sedem ên li ser Şengalê şermezar dikin. Ji ber ku ev yek nîşaneya neqebulkirina aliyên din diyar dike. Em bang li rêxistinên navneteweyî û dewletên eleqedar dikin ku ji bo parastina xak û gelên Şengalê bi lez bikevin tevgerê. Herî dawî em piştgiriya xwe ji bo gelê Şengalê û rêveberiya wê ya demokratîk radighînin."

Piştî çalakiyê, ANHA`yê nêrînên beşaran girtin. Hevseroka  Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Sûad Hiso got: "Em dizanin ku ev peymana Bexda û Hewlêrê bi destê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye çêkirin. Em dikarin bêjin ku niyeta wê heye ku fermana 74'an li dijî êzidiyan pêk bîne. Me dît sala 2014'an li dijî Şengal qirkirineke hate pêkanîn, zêdeyî 5 hezar pêşmerge û hêzên Iraqê vekişiyan. Îro li hemberî îradeya êzidiyan a ku 6 salan li ber xwe dan, disekinin."

Şêniyê bi navê Ebdulrehman Mamo jî got: "Me ev xwepêşandan li dar xistine da ku peymana li ser şêniyên me yên li Şengalê hatiye îmzekirin red bikin. Ev lihevkirin kiryarên ku DAIŞ'ê li djiî şêniyên me yên li Şengalê pêkanîne dûbare dike. Em vê lihevkirinê şermezar dikin."

ANHA