Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê di nav de 3 jin, 4 sivîl revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundên navçeya Cindirêsê ya Efrînê 4 sivîl revandin, di nav de 3 jin hene.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê di nav de 3 jin, 4 sivîl revandin
24 mijdar, 2020   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên taybet dane ANHA'yê, çeteyên "Ehrar El-Şam" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundên navçeya Cindirêsê 4 sivîl revandin, jê 3 jin in.

Li gorî çavkaniyan navên kesên hatine revandin ev in: Edîb Bekir, Ayşe Hiso, Emîna Henan, Ferîda Hemo.

Li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dakirine sûcên revandina sivîlan zêde bûne û ji ber berdana wan fidiye ji malbatên wan tên xwestin. Li aliyekî din ku talankirina milkên û ferzkirina baceyan didomin.

ANHA