Li Amûdê û Hesekê planên li ser Şengalê hatin şermezarkirin

Li Amûdê û Hesekê  bi meşan planên li ser Şengalê hatin şermezarkirin.

Li Amûdê û Hesekê planên li ser Şengalê hatin şermezarkirin
Li Amûdê û Hesekê planên li ser Şengalê hatin şermezarkirin
Li Amûdê û Hesekê planên li ser Şengalê hatin şermezarkirin
Li Amûdê û Hesekê planên li ser Şengalê hatin şermezarkirin
Li Amûdê û Hesekê planên li ser Şengalê hatin şermezarkirin
Li Amûdê û Hesekê planên li ser Şengalê hatin şermezarkirin
Li Amûdê û Hesekê planên li ser Şengalê hatin şermezarkirin
Li Amûdê û Hesekê planên li ser Şengalê hatin şermezarkirin
24 mijdar, 2020   15:12
NAVENDA NÛҪEYAN

QAMIŞLO

Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo bi meşekê planên li ser Şengalê hatin şermezarkirin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê duh daxuyaniyek weşand. Meclisê di daxuyaniyê de hişyariya fermaneke nû li ser şengalê kir û bang li hemû hêzên siyasî yên kurdî kir ku ji bo parastina Şengalê amade bin.

Şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê bi meşekê peymana li ser Şengalê û veguhestina 10 hezar leşkerên Iraqê ji bo Şengalê şermezar kirin.

Şêniyan ji qada Jina Azad dest bi meşê kirin û di nava kolanên sereke yên navçeyê de geriyan. Di wê navberê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê hatin berzkirin.

Meş li qada Şengal rawestiya û veguherî mitîngê. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Elî û çalakvanê Êzidî Cabir Cindo axivî, di axaftinan planên li ser Şengalê hatin şermezarkirin. Hate gotin ku peymana li ser Şengalê berdewama komkujiya 2014'an e ya ku çeteyên DAIŞ'ê nedikarî temam bikin.

Kesên axivîn bang li hikumeta herêma Kurdistanê kirin ku siyasetên xwe careke din di ber çavan re derbas bikin û wiha hate domandin: "Hewl didin îradeya gelê kurd bişkînin û êzidiyan dikin armanc. Ji ber ku êzidî bingeha gelê kurd e."

Di dawiya axaftinan de hate diyarkirin ku wê Şengalê  her peymanekê li ser hesabê xwîna şêniyên wê têne kirin qebul neke û bi xwe dê xwe bi rêve bib û çarenûsa xwe diyar bike.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê jî bi sedan kes bi meşekê nerazîbûn nîşan şandina hêzên Iraqê ji bo Şengalê dan.

Meş a bi diruşmeya  "Bimire îxanetî û bijî yekitî" hate lidarxistin, ji pira Mifetî ber bi navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a li taxê dest pê kir. Şêniyan diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê û şermezarkirina şandina hêzên Iraqê ber bi herêmê ve qêr kirin.

Şêniyan li ber navenda çand û hunerê ya Xabûr ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz girtin. Piştre endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Hesekê Mistefa Ehmed axivî û ev tişt got: "Em li vir in da ku dengê xwe bighînin tevahî cîhanê û bêjin ku bijî berxwedana Şengalê û biratiya gelan a li hemberî faşîzm û dîktatoriyê, di nav de siyaseta hikumeta herêma Kurdistanê û lihevkirinên wê bi dewleta Tirk re."

Ehmed di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir: "Di hemû qanûnên cîhanê de, mafê her hêzeke heye ku civak û gelê xwe biparêze. Siyaset û lihevkirinên ku îro dewletên netewperest bi PDK'ê re dikin, armanca xwe derbekirina projeya neteweya demokratîk û îradeya gelan e."

Ehmed di dawiya axaftina xwe de got ev siyaset wê bi ser nekeve û wiha got: "Dema jinên hatin revandin, zarok hatin qetilkirin û temenmezin girîn, li kuderê bûn. Em bi Şengalê re bûn û hîna jî bi gel û rêveberiya wê re ne."

Çalakî bi diruşmeyên banga yekitiya kurdî û şermezarkirina planên li ser Şengalê bi dawî bû.

ANHA