​​​​​​​`Ramana rêbertî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin yek`

Şêniyê bi navê Ebdulbaqî Elî bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye, dibêje bi saya fikr û felsefeya wî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn yek, bi hev re dijîn û li rex hev şer dikin.

​​​​​​​`Ramana rêbertî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin yek`
23 mijdar, 2020   04:21
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Gelek şêniyên Rojava di wextî de rêber Abdullah Ocalan dîtin û pê re rûniştin. Êdî ew hevdîtin an jî rûniştin, ji bo wan, bûye mîna destpêkekê ber bi jiyanê û avakirina civakek azad û ji bo wê dibêjin her kurdek mafên xwe bi dest bixe.

Şêniyê bi navê Ebdulbaqî Elî yê ji navçeya Dirbêsiyê mîna bi hezaran şêniyên herêmê rêber Abdullah Ocalan dîtiye û pê re rûniştiye. Elî di destpêka gotinên xwe de destnîşan dike ku gotinên rêber Abdullah Ocalan hîna di hişê wî de zîndî ne ruxmî derbasbûna gelek salan û ew gotin niha di pratîkê de pêk tên.

Elî wiha domand: "Sala 1992`yan cara yekemîn bû ku ez Serok Abdullah Ocalan li Akademiya Şehîd Egîd Korkmaz a li Lubnanê dibînim. Em 18 kes ji Cizîrê bûn."

Elî da zanîn ku ew 24 saet bi rêber Abdullah Ocalan re mane, ruxmî ku dema hevdîtinê kin bû jî lê gotin û fikrên wî di hişê wan de mane û wiha pê de çû: “Ji ber ku xwediyê fikrê azad e yê ku dixwaze tevahiya pêkhate bi azadî û di nava aştiyê de bijîn.”

Elî bal kişand ser fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û got: “Bi saya fikrê wî pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn yek, bi hev re dijîn û li rex hev du şer dikin. Mînaka wê jî berxwedana pêkhateyên herêmê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê ye.”

Her wiha Ebdulbaqî Elî hevdîtina xwe bi rêber Abdullah Ocalan re bi bîr xist û ev gotin lê zêde kir: “Dilnizmiya Serok hişt ku em hîn zêde pê werin girêdan. Ew têkoşerek e û li rex gelê Kurd ê ku ji hêla pergalên desthilat ve hatiye çewisandin, diparêze. Ew pergalên desthilatdar hewl didin çanda vî gelî û zimanê wî qir bikin.”

Elî destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan di dirêjahiya rojekê de bi wan re axiviye û domand û got: “Mirovekî dilnizm û rûliken e. Wî hişt ku em bi vê dozê ve werin girêdan. Me jê gelek tişt girt.”

Elî di nava gotinên xwe de diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan ji wan xwestiye ku bi civakê re eleqedar bin, kevneşopî û çanda Kurdî biparêzin. Elî gotinên xwe wiha domand: “Ji me re digot, girîngî bidin êlên herêmê. Niha jî em gotinên wî di pratîkê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin.”

Ebdulbaqî Elî di dawiyê de got: “Em hêvî dikin ku Serok Ocalan di nav me de be ji ber ku ew xwedî fikr û felsefeya azad e. Fikrê serok ne li gorî siyasetên pergalên serdest in ji ber wê dewleta Tirk û gelek dewletan bi komployekê ew girtin da ku tevahiya pêkhateyên azadîxwaz û xwedî çand qir bikin.”

(şx)

ANHA