QSD'ê beşek din a girtiyan radestî rûspiyên Şedadê kir

QSD'ê beşek din a girtiyan berda û radestî rûspiyên navçeya Şedadê kir.

QSD'ê beşek din a girtiyan radestî rûspiyên Şedadê kir
QSD'ê beşek din a girtiyan radestî rûspiyên Şedadê kir
QSD'ê beşek din a girtiyan radestî rûspiyên Şedadê kir
QSD'ê beşek din a girtiyan radestî rûspiyên Şedadê kir
22 mijdar, 2020   14:29
HESEKÊ

Li ser banga şêx û rûspiyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), îro 23 girtiyên ji bajarok û navçeyên Dêrazor û Mergedayê berdan. Piştî îsbat bû ku girtiyan kiryarên qetilkirinê li dijî sivîlan pêk neanîne hatin berdan.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Cesûr Amûdî diyar kir ku girtî li ser daxwaza şêx û rûspiyan, piştî teqez bû ku destên wan di sûcên qetilkirina sivîlan de tuneye, hatin berdan.

Girtiyan ji rûspiyan re diyar kirin ku tu nêzîkatiyên nebaş û tundî li dijî wan nehatin pêkanîn.

ANHA