Li Idlibê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirk de şer rû da

Li herêmên "Bê çek" şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirk de qewmî. Di encamê de birîndar û kuştî ji herdu aliyan çêbûn.

Li Idlibê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirk de şer rû da
21 mijdar, 2020   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li eniya El-Fitîra ya çiyayê Zawiya ya başûrê Idlibê, şerekî giran di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, rû da. Di encamê de birîndar û kuştî ji herdu aliyan çêbûn.

Her wiha çeteyên Tirk bi topên giran cih û nuqteyên hêzên hikumetê li bajarokên Kefroma û Has li başûrê Idlibê, topbaran kir. Di encamê nuqteyek leşkerî ya hêzên hikumetê ku çekên giran têde hebûn, hate rûxandin.

Ji aliyekî din ve jî, dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 20 wesayîteyên Tirk derbasî gundewarên Idlibê bûn.

(dm)