Biratî.. ji tîmeke futbolê bû komeleyeke xêrê

Komeke welatiyên koçberî derveyî welat bûne, di bin navê "Biratî" de xwe bi rêxistin kirin. Ev kom piştî demekê bû komele û endamên wê bi şêniyên navçeyên xwe re dibin alîkar.

Biratî.. ji tîmeke futbolê bû komeleyeke xêrê
20 mijdar, 2020   06:57
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, ji ber êrişên li ser herêmê û debara jiyanê ya dijwar, hejmareke mezin a şêniyan ji bajarên Rojava koçber bû. Lê koçberî nebû sedema qutkirina têkiliya hezkirin û biratiyê yên di navbera wan û malbatên wan ên li welat de. Wan bi rêya bi rêya komele û hemleyên mirovî û din av de avakirina Komeleya “Biratî” ya xêrê, têkiliyên xwe xurt kirin.

Biratî, navê tîmeke futbolê ya navçeya Tirbespiyê ye. Tîm di 1978’an de bi destê komeke ciwan hat avakirin û di gelek boneyên futbolê de beşdar bûn û navê wê di nava şêniyên navçeyê de belav bû. Ev tîm ji ber navê xwe rastî gelek fişarên hikumeta Şamê hat û lîstokvanên wê gelek zehmetî dîtin. Lê piştî aloziya Sûriyê ew ciwan neçar man ku koçberî derveyî welêt bibin.

Lê koçberî nebû sedem ku ew ciwan malbatên xwe yên li welat ji bîr bikin, lê belê navê bajar û tîma wan a futbolê di bîra wan de ma û li wê derê komîteyek ava kirin û biryar dan ku alîkariyên mirovî ji şêniyên navçeya xwe re bişînin. Piştre navê tîma wan a Biratî di 2012’an de bû Komeleya Biratî ya xêrê û hejmara endamên wê nêzî 20’an û ber bi zêdebûnê ve ye.

Endamê rêveber ê Komeleya Biratî Zên Abdîn Elî wiha got: "Navê komeleyê bi navê tîma Biratî ya futbolê ye. Fikra komeleyê jî piştî hewldana ciwanên koçber a dîtina rêbazeke alîkariyê ji malbatên xwe re, hat."

INSIYATÎFÊN XWEBER

Ciwan bi rêya komîteyên ji 5 kesan ava kirine, pereyan li derve kom dikin û dişînin hundirê welat. Lê komîteyên komeleyê yên li hundir jî wan pereyan li xizanan belav dikin, mîna kirîna cilan ji zarokan re û dayîna pereyan ji hin malbatan re yan jî alîkariya emeliyetên birîndarî û dermanan dike.

Komeleya Biratî ya xêrê bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê di rojên cejn û boneyan de cil ji zarokên şehîdan re kirîn û pere dan wan.

Zên Abdîn Elî da zanîn ku komele bi rêya endam û 5 komîteyên xwe gelek alîkariyan pêşkêşî şêniyan dike, ev alîkarî  ji pere, paketên xwarinê û madeyên germkirinê pêk tê.

Elî îşaret bi mekanîzmaya xebata komeleyê kir û wiha domand: "Ciwan mehane pereyan ji komeleyê re dişînin û komele jî li hewcedaran belav dike. Lê pereyên tên şandin di her mehekê de cuda ye, û ew jî li gorî derefta her ciwanekî ye."

Elî eşkere kir ku komeleyê sala par piştevanî û alîkarî ji koçberên Serêkaniyê re pêşkêş kir.

ARMANCA KOMELEYÊ DABÎNKIRINA CEREYÊN OKSÎJENÊ YE

Endamên komeleyê niha hewl didin cereyên oksijînê dabîn bikin û pêşkêşî Heyva Sor a Kurd a li navçeya Tirbespiyê bikin, da ku alîkariya nexweşên vîrus Koronayê bikin.

(fr)

ANHA