‘Heke pereyên te tine bin, testa te bêpere ye‘

Di bîwarê tenduristî de însiyatîfeke mirovî û civakî dest pê kir da ku alîkariya xizanan li dijî dijwariya jiyanê û rewşên şer, bê kirin.

‘Heke pereyên te tine bin, testa te bêpere ye‘
20 mijdar, 2020   06:28
HELEB

Piranî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji çînên navîn û xizan in. Ligel wê jî rewşên jiyanê yên dijwar hene, bi taybet piştî ku ev her du tax, bûn cihê ewle ji koçberên Efrînê re. Bi wê re jî azarên her du taxan zêde bûn, ji ber alîkariyên mirovî ku diviyabû alî û rêxistinên mirovî pêşkêş bikirana, tune ne.

Ligel van rewşên dijwar û azaran, hin mirovên dil bi rihim hene û berpirsyiariya civaka xwe radikin û li gorî derfetên xwe bê pere yan jî bi pereyekî kêm alîkariyê dikin.

Ji van kesan jî, taqîvan Neşat Zîbar ê ku bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re neçarî koçberiya ji Efrînê bûye û li niha li aliyê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê rûniştiye, heye. Zîbar alîkariya şêniyên taxê dike, ew jî bi rêya destpêkirina însiyatîfa mirovî ya tenduristî ya xizmetkirina nexweşan e.

TEST BÊPERE YE

Piştî Zîbar li taxa Şêxmeqsûdê bi cih bû, taqîgeheke tehlîlên bijîşkî vekir, lê dema azarên mirovan ên ji ber rewşên jiyanî yên dijwar dîtin, însiyatîfeke mirovî dest pê kir. Ew însiyatîf jî çêkirina testên nexweşan bê pere ye yan jî bi nîvî nirxê ye. Zîbar bi vê gotinê îşaret pê kir: "Ger pere li gel te tune be, testa te bê pere ye û rizq li xwedê."

Zîbar da zanîn ev insiyatîf digel rewşên awarte û dijwar ên ku welatiyên Sûriyê tê re derbas dibin, pêk hat û wiha pê de çû: "Beriya du salan min ev kaxiz li hundirê taqîgehê daliqand. Ji ber piranî mirov hene ku pere têrî wan nake zarokên xwe tedawî bikin. Ji lew re min dît ku ji erka min e piştevaniya van malbatan bikim."

Zîbar wiha domand: "Hin test hene ku dişînim taqîgehên dîtir, ji ber ku alavên wê tune ne, mîna alava testa hirmon. Bi wê re jî tenê nîvê nirx tê dayîn. Lê heke nexweş nikarî ew jî bida, wê demê bêpere tê çêkirin."

Zîbar di dema qedexeya derketina derve ya ji ber vîrusa Koronayê de, her du hefteyan test ji nexweşên şekir re bêpere çêdikirin.

JI BO ALÎKARIYA FERDÊN CIVAKÊ, XWESTÊN ZÊDE HATIN KIRIN

Taqîvan Neşat Zîbar eşkere kir ku ew ê di xebata xwe de berdewam bike û bang li tevahî alî û kesên dikarin bi insiyatîfên xizmetkirina civakê rabin kir, da ku vê aloziyê bi hev re derbas bikin.

‘TEST BÊ PERE YE YAN JÎ BI NÎVÊ NRIXÊ YE’

Şêniyê bi navê Hisên Mihemed ê li taxê rûniştiye û çûye taqîgehê wiha got: "Ez testên malbata xwe li vir çêdikim. Ji ber ev taqîgeh min ji nîvê nirxê wê efû dike."

Mihemed wiha bi lêv kir: "Min li taqîgehekê testa hevjîna xwe bi 35 hezar lîreyên Sûriyê çêkir, piştre ez çûm taqîgeha Zîbar û heman test bi 13 hezar lîreya Sûriyê çêkir anku bi nîvî nirxê."

Vê alîkariyê hişt ku Mihemed bang li gelek kesan bike ku testên xwe bêpere li vê taqîgehê çêkin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ovg3FZxhPy8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>