NY`yê têkildarî şerê li Tigray a Etiyopyayê hişyarî da

Neteweyên Yekbûyî ji ber şerê li herêma Tigray a li ser sînorê Etiyopya û Sûdanê, hişyariya karesteke mirovî da.

NY`yê têkildarî şerê li Tigray a Etiyopyayê hişyarî da
17 mijdar, 2020   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) piştrast kir ku dê krîz di encama şerê li herêma Tigray a li ser sînorê Etiyopya û Sûdanê de çêbe.

Di heman demê de berdevkê UNHCR’ê ragihand ku hejmara kesên ku direvin Sûdanê, gihîştiye nêzî 27 hezar kesan. Her wiha piştrast kir ku ji 10'ê mijdarê de rojane 4 hezar kes sînor derbas dikin.

Etiyopyayê di 4`ê Mijdarê de êrişî herêma Tigray a bakur kiribû.

(dm)