Opozîsyona Tirkiyê: Îstîfaya zavayê Erdogan dê berpirsyariya têkçûna aborî nede alî

Partiya opozîsyonê ya Tirkiyê CHP`ê piştrast kir ku serokkomerê Tirk Erdogan bi îstîfaya zavayê xwe, nikare xwe ji berpirsyariya têkçûna aborî li welat bide alî.

Opozîsyona Tirkiyê: Îstîfaya zavayê Erdogan dê berpirsyariya têkçûna aborî nede alî
17 mijdar, 2020   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê partiya muxalif CHP’ê Faîk Oztrak xîtabî Erdogan kir û got vê carê nikare ji berpirsyariyê bireve û bibêje "Zavayê min ez  xapandim û ez ji gel dixwazim ku min efû bike."

Faîk Oztrak ev yek li gotina xwe zêde kir: "Piştî ku berîkên welatiyan di nava 2 salan de vala kirin û berîkên alîgirên xwe dagirtin, heta 9 qesran jî têra wî nekir, gelo heke zavayê Erdogan îstîfa bike û ew jî bibêje em ê dest bi başkirina rewşa aborî bikin, dê kesên betal, pîşesaz û xwediyên projeyên biçûk û cotkar rewşê ji bîr bikin? Ma gelo welatî kor in an bê hiş in!"

Wezîrê darayî yê dewleta Tirk û zavayê Erdogan Berat Albayrak di 8’ê vê mehê de li ser hesabê xwe yê Instagramê îstîfaya xwe ragihandibû.

(eh)