Dê Îsraîl, Behreyn û Amerîka li Qudisê civîneke sêalî li dar bixin

Çarşema bê, ji bo şopandina peymanên aştiyê dê Îsraîl, Behreyn û Amerîka li bajarê Qudisê civîneke sêalî li dar bixin. Dê seorkê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û wezîrê Derve yê Behreynê Ebdulatîf El-Ziyanî beşdarî civînê bibin.

Dê Îsraîl, Behreyn û Amerîka li Qudisê civîneke sêalî li dar bixin
16 mijdar, 2020   09:53
 XEZA

Çavkaniyên Îsraîlê ji dezgehên çapemeniyê re wiha gotin: “Civîn di çarçoveya berdewamkirina peymana aştiyê ya di navbera Îsraîl û Behreynê de, pêk bê û dê tê de li ser şopandina peymanên hevbeş bê nîqaşkirin.”

Dîwana serokê hikumeta Îsraîlê bi bîr xist ku wezîrê Derve Gabi Ashkenazi jî dê beşdarî civîna sêalî bibe.

Li gorî medyaya Îsraîlê, hewldanên temamkirina peymana firîna balafiran ku rê bide rêwîtiyên yekser di navbera Îsraîlê û Behreynê de, tên kirin û dê di civîna çarşema bê de li ser wê yekê bê erêkirin.

Hîna nayê zanîn ku dê peymanên din bên îmzekirin an na, lê belê li gorî çavkaniyên Îsraîlê dê mijara vekirina balyozxaneyan li her du welatan jî yek ji mijarên sereke be.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gabi Ashkenazi ji bo vekirina balyozxaneya Îsraîlê li El-Menamê daxwazeke fermî pêşkêş kiribû, lê belê heta niha Behreynê bersiva wî nedaye. Pêşbînî hene ku di civînê de Behreyn bersiva vê daxwazê jî bide.

(cx)