Amerîkayê hişyarî li ser girtina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê da

DYA’yê hikumeta Iraqê hişyar kir ku ger sînorekî ji êrişên komên girêdayî Îranê re daneyne, dê balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bigire, her wiha James Jeffrey piştrast kir ku gefên Tehranê pir xeternak in.

Amerîkayê hişyarî li ser girtina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê da
14 mijdar, 2020   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîplomatekî amerîkî yê payebilind got, heke hikumeta Iraqê sînorekî ji êrişên komên girêdayî Tehranê yên li dijî berjewendiyên biyanî yên li welat re, daneyne, wê demê dê DYA bi girtina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê difikire.

Nûnerê amerîkî yê taybet bi Sûriyê James Jeffrey li gel malpera Defense One wiha piştrast kir: "Ev doz hîna berdewam e, ne gefên derew in, lê belê pir xeternak in. Her wiha têkiliya bi Bexdayê re, heta piştî gefxwarinên Wezareta Karên Amerîkayê yên girtina balyozxaneyê, aştiyane bû."

Herêma Kesk a li Bexdayê ya ku tê de navendên şandeyên biyanî hene, ji 2019’an de rastî êrişan tên, ew êriş jî li gorî rayedarên amerîkî û iraqî girêdayî komên Îranê ne.

(fr)