​​​​​​​Civaka Êzidî: Bi êrişa dijî Şengalê tê xwestin Êzidî peymanê bipejirînin

Êzidiyên Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku hedef ji êrişa dawîn a dewleta Tirk a li dijî Şengalê neçarkirina êzidiyan ji bo qebûlkirina peymana di navbera hikumeta Bexda û herêma Kurdistanê de ya bi sponseriya dewleta Tirk e.

​​​​​​​Civaka Êzidî: Bi êrişa dijî Şengalê tê xwestin Êzidî peymanê bipejirînin
10 mijdar, 2020   01:28
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Şeva berê dewleta Tirk a dagirker bi firokeyên bêpîlot gundê Xelef ê bajarokê Barî yê girêdayî Şengalê bombebaran kir. Di encamê de karkerekî bîra avê ji şêniyan re çêdikir, jiyana xwe ji dest da û 2 şervanên ji hêzên Neser El-Mubîn birîndar bûn.

Hêzên Neser El-Mubîn bi daxuyaniyekê eşkere kir ku êriş yekser ji aliyê MÎT’a Tirk û hêzên PDK’ê ve pêk hat, ew jî bi hedefa berdewama peymana di navbera PDK’ê û dewleta Tirk a 9’ê Cotmehê de ye.

Êzidiyên Rojavayê Kurdistanê êrişa dewleta Tirk a dawî ya li dijî Şengalê şermezar kir û da zanîn ku hedefa ji van êrişan tirsandina êzidiyan e ku ji xwe peymanan re daxînin.

Barzan Silo destnîşan kir ku êrişa dawîn a li dijî Şengalê ew e ku peymanên di navbera hêzên tarî de hatine îmzekirin berdewam bin, da ku êzidiyan tune bikin, jê jî peymana 2014’an e, li gorî wê peymanê herêma Şengalê hatiye firotin ku çeteyên DAIŞ’ê dagir bikin, komkujiyan pêk bînin û perestgehan li pêş çavên tevahî cîhanê wêran bikin.

 Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişa herêma Şengalê kir, her wiha hêzên PDK’ê yên ku idîa dikirin parastina Şengalê dikirin, bêyî guleyekê biavêjin jî, vekişîn. Lê di encamê de HPG, YPG û YPJ’ê herêm parastin û korîdorek ji êzidiyan re vekir, bi wê re jî jiyana zêdetirî 200 hezar êzidî ji qirkirinê hat rizgarkirin.

Silo da zanîn ku civaka Êzidî ji sedan salan ve tê hedefgirtin û li dijî wê heta niha 73 ferman pêk hatin. Hedefa ji vê êrişa dawî jî neçarkirina êzidiyan a xwetewandina li ser peymana di navbera hikumeta Bexda û herêma Kurdistanê de ya bi sponseriya dewleta Tirk e.

Silo eşkere kir ku civaka êzidî bi giştî û civaka Şengalê bi taybet a ku di azarên êrişên DAIŞ’ê re derbas bûye, xwe ji peymana Bexda û Hewlêrê re danaynin.

Silo êrişa dawîn a li dijî Şengalê û tevgerên dawîn ên PDK’ê yên i herêma Garê bi hedefa neçarkirina gelê Kurd a xwetewandinê ye.

Li aliyekî din jî Silêman Hebson bi lêv kir ku civaka Êzidî nakeve bin bandora çi siyaset an jî peymanên li ser hesabê şêniyên wê û wiha domand: "Em qebûl nakin ku tu rêveberiyeke din kar û barên me bi rê ve bibe û karên êzidiyan ji bilî Rêveberiya Xweser tu kes bi rê ve nabe û em nahêlin komploya 2014’an dubare be."

Hebson berdewam kir ku herêma Şengalê bi keda bi hezaran şehîdên li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Her wiha DAIŞ’ê piştî vekişîna hêzên PDK’ê ji herêmê gelek herêm dagir kirin. Lê HPG, YPJ û YPG’ê dest tê werda û herêm ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Hebson bang li êzidiyên li Şengal û cîhanê kir ku li hember van peymanên li dijî wê derkevin û bi nasnameya xwe ya olî û çandî ve girêdayî bin.

(fr)

ANHA