​​​​​​​Li Reqayê di panelekê de `Rewşa jinan` hate nîqaşkirin

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD) îro bi armanca nîqaşkirina rewşa jinan di dîrokê de, tundiya ku li ser hatiye meşandin û tiştê ku divê bike da ku mafên xwe bistîne, semînerek li bajarê Reqayê li dar xistin.

​​​​​​​Li Reqayê di panelekê de `Rewşa jinan` hate nîqaşkirin
​​​​​​​Li Reqayê di panelekê de `Rewşa jinan` hate nîqaşkirin
​​​​​​​Li Reqayê di panelekê de `Rewşa jinan` hate nîqaşkirin
​​​​​​​Li Reqayê di panelekê de `Rewşa jinan` hate nîqaşkirin
4 mijdar, 2020   15:07
REQA

Semîner di bin dirûşma "Jin di deman de" li navenda Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyê Demokratîk a li bajarê Reqayê hate lidarxistin. Rewşenbîr, hiqûqnas û nûnerên Meclisa Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxên Idlib û Reqayê, çalakvanên mafên jinan û şervanên ji Yekîneyên Parastina Jin beşdarî semînerê bûn.

Semînerê ji hêla wêjevan û nivîskar Fewziye El-Miriî ve hat birêvebirin. Fewziye behsa bûyerên ku di dirêjahiya dîrokê de rastî jinan hatine kirin û got êşa ku jinan di dîrokê de kişandiye, divê niha bi avakirina têgehên nû û pergaleke exlaqî ku rewşa jinan pêş dixe, were besivandin.

Fawziyê diyar kir ku kar û xebatên jinan îro çareseriya herî guncew ji tevahiya astengiyên ku rastî civakê têne. Ne tenê di lidarxistina mîna van semîneran ve girêdayî ne lê belê jin xwedî gavên rast in û divê li gorî wê bimeşe da ku civakê ji genedeliyê xilas bike û civaka hevgirtî biparêze.

Her wiha Fewziye diyar kir ku sedema sereke ya lidarxistina van panelan, ew le ku civak bi xeteriyên tundiya ku li ser jinan têne meşandin û encamên wê yên neyînî, bihese.

Der barê zirarên ku gelek jinan ji ber wê jiyana xwe ji dest dane, Fewziyê got: “Gelek dewletan hewl didin bi rêya vê tundiyê zirarê bi civaka me bikin. hewl didin sûcên tundiyê yên li dijî jinan bikin diyard e û zirarê bi bedena wê bikin. Lê rola herî mezin a me jinan e ku divê em nehêlin ev bibe sedema tundiyê û fesadî li herêmên me.”.

Di dawiya semînerê de, deriyê nîqaş û pirsan ji beşdaran re hate vekirin. Beşdaran nêrînên xwe girêdayî semînerê û rêbazên bidawîkirina tundiya li dijî jinan û çareseriyên ku divê bêne dîtin da ku ev diyarde bi dawî bibe, parve kirin.

(dm)