Hêzên hikumeta Şamê careke din herêma Idlibê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê careke din herêmên li çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê û herêmên din li Sermaniyê ya Sehil Xab, topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê careke din herêma Idlibê topbaran kir
1 mijdar, 2020   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku piştî demekê ji aramiyê, hêzên hikumeta Şamê careke din herêma Sermaniyê ya Sehil Xab û herêmên din li çiyayê Ekrad ê gundewarê bakurê Lazîqiyê topbaran kirin.

Hemwextî wê yekê, çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumetê li Dar El-Kebîra ya başûrê Idlibê bi moşekan, bombebaran kirin. Li gorî agahiyan, windahiyên canî hene.

Duh, SOHR`ê ragihandibû ku hêzên hikumeta Şamê derdora bajarokê Dêr Sinbil ê rojhilatê çiyayê Zawiyê yê gundewarên Idlibê topbaran kir û 3 çeteyên Ehrar Şamê hatine kuştin.

(cx)