Hêzên Qerebaxê çeteyekî ji Sûriyê girt

Hêzên Qerebaxê girtina çeteyekî ji Sûriyê ku li rex hêzên Azerbêcanê şer dike, ragihand.

Hêzên Qerebaxê çeteyekî ji Sûriyê girt
30 cotmeh, 2020   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Qerebaxê bi rêya kanala xwe ya li ser Telegramê got: “Yekîneyên Artêşa Parastinê ya Qerebaxê terorîstekî din girt. Lêpirsîna pêşîn, hebûna terorîstan li eniya Azerbêcanê, piştrast dike.”

Hate zanîn ku navê çeteyê ku hatiye girtin Mahrad Mihemed e û ji Sûriyê ye.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê îro ragihand ku dûr nabîne ku çeteyên dewleta Tirk ên ji Sûriyê û Lîbyayê ku tev li şerên Qerebaxê bûne, derbasî Rûsyayê bibin.

Li gorî daneyên ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) dane, dewleta Tirk herî kêm 2 hezar û 350 çeteyên Sûriyê derbasî Azerbêcanê kirine da ku li rex artêşa Azerbêcanê şer bikin. Ji wan 320 çete vegerîn piştî dev ji hemû tiştan berdan.

(şx)