​​​​​​​Li Tirkiyê bi pileya 6.6 erd hejiya

Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê bi pileya 6.6 erdhejek çêbû. Li gelek bajarên herêmên deryayên Ege û Marmarayê erdhej hat hîskirin.

​​​​​​​Li Tirkiyê bi pileya 6.6 erd hejiya
30 cotmeh, 2020   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê yê li ser perava Deryaya Egeyê saet di 14:51'an de bi pileya 6.6 erdhejeke dijwar çêbû. Erdhej li gelek bajarên Tirkiyê yên herêmên Ege û Marmariyê û Yewnanistanê hate hîskirin.

Li gorî agahiyên berdest li navçeyên Bayrakli û Bornova yên Îzmîrê hinek avahî hilweşiyane lê heta niha der barê windahiyan de agahî bi dest neketin.

Her wiha piştî erdhejê li hinek peravên Deryaya Egeyê tsunamî çêbû û gelek perav di bin avê de man.