Foza Yusif bang li dewleta Tirk kir: Çareserî li Amedê ye, ne li Qerebaxê ye

Endama Desteya hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif bang li dewleta Tirk kir ku berê xwe bide diyaloga bi Kurdan re da ku pirsgirêkên xwe çareser bike.

Foza Yusif bang li dewleta Tirk kir: Çareserî li Amedê ye, ne li Qerebaxê ye
27 cotmeh, 2020   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Foza Yûsif li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Li pêşiya dewleta Tirk tenê vebijêrkek heye da ku nirxê lîreyê Tirk vegerîne; divê doza Kurd çareser bike û dest bi diyalogê bike. Çareserî ne li Qerebaxê ne li Lîbyayê û ne jî li Deryayê Spî ye, lê belê çareserî li Amedê ye.”

(şx)