Farûq Tozo: Peymana Hewlêr-Bexdayê zirarê dighîne Şengalê

Hevserokê Mala Êzidî ya herêma Cizîrê şaxê Hesekê Farûq Tozo da zanîn ku êzidiyên li Sûriyê bi êzidiyên Şengalê re ne û destnîşan kir ku peymana Hewlêr-Bexdayê ya der barê Şengalê de li dijî qurbaniyên şêniyên herêmê ye.

Farûq Tozo: Peymana Hewlêr-Bexdayê zirarê dighîne Şengalê
25 cotmeh, 2020   06:14
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Hikumeta Bexda û hikumeta Herêma Kurdistanê di 9’ê vê Cotmehê de ragihand ku peymanek der barê birêvebirina Şengalê de îmze kiriye. Ew peyman bêyî girtina nêrîna şêniyên Şengalê yên bi tenê li beramberî komkujî û sûcên çeteyên DAIŞ’ê hatin hiştin, pêk hat.

Li gorî hin çavdêran peymana di navbera hikumetên Bexda û herêma Kurdistanê de hatiye îmzekirin, piştî serdana Nêçîrvan Barzanî ji Tirkiyê re pêk hat, armanca pêkanîna komployeke mezin e.

Hevserokê Mala Êzidî ya herêma Cizîrê şaxê Hesekê Farûq Tozo destnîşan kir ku îmzekirina peymana di navbera her du hikumetên Bexda û herêma Kurdistanê de li dijî qurbaniyên şêniyên Şengalê ye.

Tozo da zanîn ku ew bi vîna  û îradeya Şengalê ne û wiha domand : " Ji ber rêveberiya Şengalê ji bo berjewendî û parastina civaka êzidî ji komkujiyên pêşerojê hat avakirin. Em di vê merheleya dijwar a li dijî Şengalê de piştevaniya rêvebiriya Şengalê dikin."

Têkildarî bandora peyman ji bo yekitiya Kurd Tozo wiha got: "Peyman di vê pêvajoyê de li dijî yekitiya Kurd e. Ji ber ji bo yekitiya Kurd diyalogeke cidî ya aliyên Kurd heye. Peyman bi xwe li dijî diyaloga niha pêk tê, ye."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yYX-9mCOdmc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>