Hewldana ketina gundê Xalidiye vala hate derxistin

Hêzên dagirker hewl dan careke din bikevin gundê Xalidiyê û rêya M4 yên rojavayê navçeya Eyn Îsayê. Hewldan ji aliyê şervanan ve hate şikandin.

Hewldana ketina gundê Xalidiye vala hate derxistin
24 cotmeh, 2020   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din hewl dan derbasî rêya M4 û gundê Xalidiyê yê rojavayê Eyn Îsayê bibin. Şervanan di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiv da. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar çeteyan hene.

Hêzên dagirker niha gundên Xalidiyê, Hoşan, rêya M4 topbaran dikin.

Di saetên nîvro de jî hêzên dagirker hewl dan derbasî van deveran bibin, lê hewldanên wan vala hatin derxistin.

ANHA