Li Minbicê kongreya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li dar ket

Bi dirûşma "Bi têkoşîna yekitiya gelan ji bo Sûriyeke azad, em ê teqez bi ser bikevin" konferansa damezirîner a Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Minbicê hate lidarxistin.

Li Minbicê kongreya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li dar ket
Li Minbicê kongreya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li dar ket
Li Minbicê kongreya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li dar ket
Li Minbicê kongreya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li dar ket
Li Minbicê kongreya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li dar ket
Li Minbicê kongreya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li dar ket
Li Minbicê kongreya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li dar ket
21 cotmeh, 2020   12:19
MINBIC

Konferans li hola Navenda Çand û Hunerê bi beşdarbûna nûnerên saziyên sivîl û leşkerî li bajêr, endamên Meclisa Ciwanên Şoreşger a Minbic û Gundewarên Wê, endamên meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li bajêr û endamên ciwanan a Reqayê hat lidarxistin.

Hola konferansê bi wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, alên partiyê û pankartên "Xwîna şehîdan çiraya azadiyê ye" hate xemilandin.

Piştî rêzgirtinê seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Minbicê Ezeb Ebûd axivî û diyar kir ku avakirin bê aktîfkirina çîna ciwanan ne pêkan e.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo axivî û da zanîn ku bi dirêjahiya serdeman, şaristanî bi destê ciwanan tê avakirin.

Piştî ku perspektîfên rêveberiya partiyê û rapora çalakiyên ciwanan û rêziknameya hundirîn hatin xwendin, beşdaran 17 endam  wek Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Minbicê hilbijartin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OMgLQh-Atwc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>