Konseya Ewlehiyê banga rêzgirtina agirbesta nû ya li Qerebaxê kir

Endamên Konseya Ewlehiyê bang li her du aliyên li Qerebaxê kir ku rêzê ji agirbesta nû re ya ku divê roja yekşemê pêk were, bigirin.

Konseya Ewlehiyê banga rêzgirtina agirbesta nû ya li Qerebaxê kir
20 cotmeh, 2020   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civîna girtî de ku êvara duşemê hatiye lidarxistin, endamên Konseya Ewlehiyê ya NY’yê ji Azerbêcan û Ermenistanê xwest ku rêzê ji agirbesta nû re bigirin ku sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres banga rêzgirtina wê kiribû.

Li gorî dîplomatan, Rûsya ku niha serokatiya Konseya Ewlehiyê dike, hewl dide daxuyaniyekê derxe ku aliyên nakok bi pêkanîna agirbestê neçar dike.

Projeya daxuyaniya ku tê payîn endamên konseyê, vê hefteyê li ser wê li hev bikin, bang li Ermenistan û Azerbêcanê jî dike ku ji nû ve dest bi dan û standinên bikin ku Koma Mînskê sponseriya wê dike.

Berdevka Wezareta Parastinê ya Ermenistanê Şuşan Stepanyan piştrast kir ku Azerbêcan aliyên bakur û başûr topbaran dike.

Şemiya borî, her du aliyan li ser agirbesteke din li hev kir, piştî ku agirbesta yekem ji ber hewldanên dewleta Tirk têk çûn.