Kongreya 8’emîn a Kongreya Star dest pê kir

Bi dirûşma “Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan dagirkeriyê birûxînin û şoreşa jinan misoger bikin” kongereya 8`emîn a Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi amadebûna 300 delegeyên jin dest pê kir.

Kongreya 8’emîn a Kongreya Star dest pê kir
20 cotmeh, 2020   06:50
QAMIŞLO

Bi armanca nîqaşkirina rêbazên birêxistinkirina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwegihandina hemû jinan û derbaskirina astengiyên di civakê de li pêş jinan, kongreya 8`emîn a Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Kongre li Hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan ê herêma Cizîrê tê lidarxistin. Li hola kongreyê, wêneyên şehîdên jin wekî sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û şehîd Zehra, hatin daliqandin.

300 delegeyên jin ên ji kanton û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bajarên Helebê û Şamê, her wiha gelek mêvanên ji bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, beşdarî kongreyê bûne.

Tê payîn ku xebatên kongreyê bi axaftina berdevka fermî ya Kongreya Star Evîn Siwêd dest pê bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vKtWoT3WWPw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>