Sûdan ji lîsteya dewletên sponserên terorê tê derxistin

Piştî ku serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku dê navê Sûdanê ji lîsteya dewletên sponserên terorê derxe, serokwezîrê Sûdanê Abdullah Hemdok got gelê Sûdanê sponserî û propogandaya terorê nake.

Sûdan ji lîsteya dewletên sponserên terorê tê derxistin
20 cotmeh, 2020   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Erebiye li ser zimanê Abdullah Hemdok ku ji îro berbangê ji televîzyona fermî re axivîbû, wiha ragihand: “Rê li pêşiya me dirêj e, plansaziyeke cidî pêwîst e. Divê em bi hev re vê derfetê bi kar bînin. Me soz da gelê xwe û me sozên xwe pêk anîn.”

Serokê DYA’yê Donald Trump duşemê ragihandibû ku piştî ku hikumeta Xartûmê 335 milyon dolarî bide şêniyên Amerîkayê yên bûne qurbaniyên êrişên terorîst, dê DYA navê Sûdanê ji lîsteya dewletên sponserên terorê rake.

Hemdok destnîşan kir ku ev gav dê Sûdanê vegerîne nexşerêya civaka navneteweyî û dê vegera li pergala diravî ya cîhanî hêsan bike. Her wiha dê derfeta çareserkirina mijara deynên Sûdanê bide û dê rê li îstismarên biyanî û navneteweyî veke. Her wiha diyar kir ku ev biryar dê welêt ji deynên derve yên bi miqdara 60 milyar dolarî efû bike.

Sûdan di serdema serok Omer El-Beşîr de wek dewleteke sponserê terorê hatibû pejirandin ku wê yekê mijara efûkirina ji deynan û fînansekirina biyanî asteng dikir.

(şx)