Li Minbicê panelek li ser sûcên li herêmên dagirkirî hate lidarxistin

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya bajarê Minbic û gundewarê wê ji bo eşkerekirina encamên pêngava belgekirina binpêkirinên dagirkeran ên li Serêkaniyê û Girê Spî panelek bi diruşmeya "Jin sembola berxwedan û aştiyê li hember operaysona Kaniya Aştiyê ye", li dar xist.

Li Minbicê panelek li ser sûcên li herêmên dagirkirî hate lidarxistin
Li Minbicê panelek li ser sûcên li herêmên dagirkirî hate lidarxistin
Li Minbicê panelek li ser sûcên li herêmên dagirkirî hate lidarxistin
Li Minbicê panelek li ser sûcên li herêmên dagirkirî hate lidarxistin
18 cotmeh, 2020   15:20
MINBIC

Jinên di sazî û komîteyên taybet ên jinan ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê de kar dikin, jinên di partiyên siyasî de, malbatlên qurbaniyên hovîtiya dewleta Tirk a dagirerk û çeteyên wê û şahidên binpêkirinên dagirkeran ên li Girê Spî û Serêkaniyê beşdarî panelê bûn.

Beşdaran li ser sê mijarên sereke rawestiyan; koçberiya bizorê, armanc û bandorên wê, eşkerekirina planên Tirkiyê ji operasyona Kaniya Aştiyê û guhertina demografî û binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li dijî sivîlan bi giştî û jin bi taybet.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojî ya bajarê Minbic û gudewarên wê Yasmîn Qoço mijarên panelê şîrove kirin.

MIJARA YEKEMÎN: KOÇBERIYA BIZORÊ, ARMANC Û BANDORÊN WÊ

Yasmîn destnîşan kir ku dewleta Tirk ji şerê li Sûriyê derfet girt û dest bi êrişên ser Bakurê Sûriyê kir, gelek herêmê dagir kirin, niştecihên wê koçber kir û demografya herêmê guhert da ku herêmên di bin dagirkeriya xwe de berfireh bike û împratroiya Osmanî zindî bike.

Yasmîn diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide dîroka gelên herêmê îmha bike û nakokiyên dayîmî di navbera pêkhateyên wê de çêbike.

Têkildarî encamên koçberiya ji ber êrişên dagirkeriyê, Yasmîn Qoço wiha domand: "Mal wêran bûn, gelek kes hatin kuştin û koçberkirin, ji ber sûcên qetilkirin, dizî û talankirin, destdirêjî, herêm ne ewle ne. Her wiha zarok ji perwerdeya xwe bê par man. Ev yek bandoreke mezin li nifşekî kir."

MIJARA DUYEMÎN: EŞKEREKIRINA PLANÊN TIRKIYÊ JI OPERASYONA KANIYA AŞTIYÊ Û GUHERTINA DEMOGRAFÎ

Li ser vê mijarê, Yasmîn bi bîr xistin ku piştî vekişandina hêzên Amerîkayê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9'ê Cotmeha 2019'an di bin navê "Operasyona Kaniya Aştiyê", êrişên dagirkirinê birin ser Serêkaniyê û Girê Spî û avakirina herêmeke "Ewle" li rojhilat û rojavayê çemê Firatê ji dagirkirinê re kir hincet.

Yasmîn Qoço da zanîn ku hêzên dewleta Tirk bi awayekî ne rewa û di nava bêdengiya navnetewî de hêrêm dagir kir, ev yekê eşkere dike ku komployeke navneteweyî li dijî Sûriyê hate kirin.

Yasmîn îşaret bi hovîtiya dewleta Tirk kir û diyar kir ku bêserûber herêm da ber topan û bombeyên balafiran, piştî herêmê dagir kirin çeteyan dest danî ser milên şêniyan.

MIJARA SÊYEMÎN: BINPÊKIRINÊN DAGIRKERIYA TIRK ÊN LI DIJÎ SIVÎLAN BI GIŞTÎ Û JIN BI TAYBET

Yasmîn diyar kir ku şerê heyî ne tenê li dijî pêkhateyekê ye, lê belê li dijî hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha dom da axaftina xwe: " Herî zêde jin û zarokan para xwe ji ziyanên şer girtin. Ji ber ku jin bingeha sereke ya avakirina civaka azad, bû hedefa yekemîn a şer e."

Panel bi nîqaşên beşdaran bi dawî bû.

ANHA