DAIŞ'ê li rojhilatê Humisê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir

Hemwextî hedefgirtina balafirên Rûsyayê ji nuqteyên çeteyan ên li çolistana Sûriyê, çeteyên DAIŞ`ê êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li çolistana El-Sexne ya li Rojhilatê Humisê kir.

DAIŞ'ê li rojhilatê Humisê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir
7 cotmeh, 2020   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî hêzên hikumeta Şamê yên li çolistana El-Sexne ya li rojhilata Humisê kir.

Ev êriş piştî ku balafirên Rûsyayê êrişên xwe li dijî nuqteyên çeteyan li herêmên sêgoşeya Hema, Humis û Reqayê zêde kirin, pêk hat.

Duh  şerê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ`ê de li sêgoşeya Hema, Humis û Reqayê gur bûbû.

SOHR'ê beriya du rojan ragihandibû ku di şerên çete û hêzên hikûmetê de li çolistana Sûriyê li sêgoşeya Hema, Heleb û Reqayê, 8 endamên hêzên hikûmeta Şamê hatibûn kuştin. Di şerên li rojavayê çolistana Dêrazorê de jî 3 endamên hêzên hikumeta Şamê û 17 çete hatibûn kuştin.