Enqere bi ceribandina moşekên Rûsyayê li dijî NATO`yê derdikeve

Li gorî raporên çapemeniyê, ceribandina Tirkiyê ji moşekên Rûsyayê re ya di dema pêş de xetereyê li ser balafirên NATO`yê çêdike û dibe ku ji ber wê yekê Amerîka cezayan li Tirkiyê ferz bike.

Enqere bi ceribandina moşekên Rûsyayê li dijî NATO`yê derdikeve
7 cotmeh, 2020   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Ereb News a Erebistana Siûdî, hemwextî serdana sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg, îro (çarşemê), 3 dîmenên ku derbasbûna pergala parastina asîmanî ya Rûsyayê S-400 di ser bajarê Samsun ê Tirkiyê re bi rêya Deryaya Reş xuya dikin, derketin. Ev yek nîşan dide ku Tirkiye di radeya yekemîn de dixwaze ewlehiya xwe ya asîmanî biparêze ku ev yek xetereya li ser ewlehiya NATO`yê zêde dike.  

Di heman rojê de, ji ber perwerdeyên li ser moşekên Rûsyayê û balafirên keşfê ji bo girtina qada hewayî li bajarê Sînop ê Tirkiyê heta 10 rojan, biryarnameyek derket.

Dîmenên moşekan piştî rojekê ji hişyariyên Stoltenberg, pêk hat. Jens Stoltenberg li ser kirîna Enqereyê ya sîstema moşekan a Rûsyayê hişyarî dabû û diyar kiribû ku dê xetereyê li ser balafirên hevalbendan çêke û dibe ku ji ber wê yekê Amerîka cezayan li Tirkiyê ferz bike.

Li ailyekî din, hîna Amerîkayê der barê plana Tirkiyê de tu daxuyanî nedane, lê belê sala par Amerîkayê Tirkiye ji bernameya balafirên ji cureya F-35`an dûr xistibû.

Pisporê bi navê Matthew Goldman ji rojnameyê re wiha got: “Biryara Tirkiyê ya ceribandina sîstema moşekên Rûsyayê ya piştî serdana sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg, nîşan dide ku Enqere ji hevalbendên xwe yên NATO`yê bi hêrs bûye.”

(cx)