Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe careke din serî li rayedaran da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe careke din serî li rayedaran da
6 cotmeh, 2020   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Newroz  Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku sibê bi  muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Ji parêzerên Ocalan; Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2019’an de 5 hevdîtin bi muwekîlê xwe re kiribûn. Lê ji hevdîtina dawîn a 7’ê Tebaxa 2019’an ve ne bi erênî ne jî neyînî bersiva serlêdana parêzeran nayê dayîn.

Di 23’yê Îlonê de bi hinceta “nexşerê”yê ku di sala 2019’an de wek zêdeka parastina xwe ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandiye, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabûn rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li cem.