Li Tirbespiyê ji bo Bavê Şêx sersaxî hate xwestin

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ji bo rêveberê rûhî yê civaka Êzidî Xirto Hecî Îsmaîl (Bavê Şêx) konê serasxiyê hate venda.

Li Tirbespiyê ji bo Bavê Şêx sersaxî hate xwestin
Li Tirbespiyê ji bo Bavê Şêx sersaxî hate xwestin
Li Tirbespiyê ji bo Bavê Şêx sersaxî hate xwestin
Li Tirbespiyê ji bo Bavê Şêx sersaxî hate xwestin
Li Tirbespiyê ji bo Bavê Şêx sersaxî hate xwestin
3 cotmeh, 2020   14:40
QAMIŞLO

Mala Êzidiyan a navçeya Tirbespiyê ji bo rêberê rûhî yê civaka êzidiyan Xirto Hecî Îsamîl (Bavê Şêx) konê sersaxiyê veda. Şêniyên herêmê, nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb sersaxî xwestin.

Şêx Himêdî Deham El-Hadî axivî û îşaret pê kir ku têkiliyên kurd û ereb vedigere hezarên salan, bi taybet têkiliyên bi civaka Êzidî re ku resenbûna kurdan temsîl dike.

Şêx El-Hadî got, êrişên dawî yên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser êzidiyan têkiliyên biratiyê yên kurd û Erebî xurt kir û destnîşan kir ku hevgirtina pêkheteyên herêma Cizirê Kurd, Ereb û Suryan li cîhanê mînak e.

Endamê Rêveber ê Partiya Yekitiya Suryan Hebîb Ardiş, li ser navê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Malik Esmer û li ser navê Buroya Têkiliyan a  MSD'ê Rojhat Welat axivî.

Di axaftinan sersaxî ji civaka Êzidî re hate xwestin û têkilî û hevgirtina pêkhateyan ên li dijî êrişan hatin destnîşankirin.

ANHA