Xelata Mîhrîcana Lêlûn wekî nîşaneya aştiyê bi şêweyê jina Efrînî bû

Komîteya biryardayînê ya Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî ji bo xelata mîhrîcanê 5 fîlmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlm hilbijart û peykera jina Kurd wekî nimûneya xelata mîhrîcanê hat pejirandin.

Xelata Mîhrîcana Lêlûn wekî nîşaneya aştiyê bi şêweyê jina Efrînî bû
1 cotmeh, 2020   06:38
ŞEHBA- CAFER CAFO- XANDÎ ELO

5 fîlmên beşdarî mîhrîcanê bûne, xelata mîhrîcanê bi dest xist. Xelat peykereke jina Kurd bi cilên folklorî ye ku di destê wê de teşî heye. Bi vê yekê xwestin balê bikişînin ser rola jinan di hemû hunerên di dirêjahiya dîrokê de.

Derhêner û endamê rêveberiya Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî Mihîdîn Erselan şêweyê xelatê, pêşkêş kir û şêwekarê Ermenî Jozêf Toncî peyker çêkir.

Girêdayî mijarê, Erselan wiha got: "Xelata mîhrîcanê li ser rengê jineke Efrînî ye ku deziyan çêdike, ku îşaretê bi sazkirina roman, sînema û çîrokê dike. Min şêweyê xelatê dîzayn kir û şêwekarê Ermenî Jozêf Toncî ku li bajarê Helebê dijî peyker çêkir."

Erselan diyar kir ku peyker ji madeya Rêzin çêbûye, ku madeyeke kîmyayê ye hevgirtî û hişk e û ji bo çêkirina peyker û tiştên bi kaxizên zêrîn pêçandî, tê bikaranîn.

Erselen li ser sedema hilbijartina peykera jinê ji bo xelata mîhrîcanê, wiha got: "Pirsgirêka sereke li cîhanê, koletiya jinan e. Her kes rola jinan a di pêşengtiya civakan de dizane ku piştî derketina zihniyeta baviksalar bû kole. Me xwest em tiştên bi wate di mîhrîcanê de kom bikin, wekî navê mîhrîcanê û şêweyê xelatên ku hatine belavkirin ku ji rengê jina ji huner û aştiyê hez dike bûn. Ji ber ku em Şoreşa Rojava bi Şoreşa Jinê bi nav dikin."

Mihîdîn Erselan destnîşan kir ku xebatên dîzayn û çêkirina xelatê nêzî du mehan dirêj kir.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eCr6Z-Y5D_o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>