Şêniyên Reqayê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi sedan şêniyên bejahiya rojavayê Reqayê îro bi meşeke girseyî siyasetên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên li dijî sivîlan şermezar kirin.

Şêniyên Reqayê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Reqayê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Reqayê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Reqayê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
30 îlon, 2020   12:58
REQA

Meş ji Şaredariya Selhebiyê ya rojavayê bajarê Reqayê û bi beşdariya bi sedan şêniyên wê û gundên derdorê, endamên komîteyên sivîl û partiyên siyasî dest pê kir û li tevahî kolanên bajarokê Hatîfên gerî.

Piştî wê meşvan li naverasta bajarok kom bûn û hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Tişrîn Abduletîf Hemed axivî û sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmên dagirkirî ji qetilkirin, tecawîzkirin û şantajê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku tedbîrên aktîf bigire û ji bêdengiya xwe derkeve.

Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Xanim Cuma destnîşan kir ku hedefa dewleta Tirk parçekirina Sûriyê û guhartina demografiya herêmên dagirkirî li pêş çavên cîhanê ye.

Axêveran piştrast kir ku gelên Bakur û Rojhilat êSûriyê bi yekitî li hember proje û siyasetên dewleta Tirk disekinin, li hember sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bê deng namînin. Her wiha bang li civaka navneteweyî dikin ku pêngavên aktîf pêk bînin û dagirkeriyê bi dawî bikin.

(fr)

ANHA