SOHR: Şîrketên ewlehî yên tirkî çeteyên sûrî veguhastin Azerbêcanê

SOHR’ê eşkere kir ku şîrketên ewlehî yên tirkî çeteyên sûrî veguhastin Azerbêcanê û piştrast kir ku piraniyan wan ji turkmenan e.

SOHR: Şîrketên ewlehî yên tirkî çeteyên sûrî veguhastin Azerbêcanê
29 îlon, 2020   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan daxuyand ku hejmara çeteyên heta vê kêliyê ji Azerbêcanê re hatine veguhastin 320 çeteyên sûrî ne, her wiha bi rêya şîrketên ewlehî yên tirkî hatin derbaskirin.

SOHR’ê da zanin ku çeteyên sûrî yên li Azerbêcanê piraniya wan ji pêkhateya Turkmen in û bi hinceta doza nîştimanî çûn.

SOHR’ê beriya du rojan belav kiribû ku beşeke din ji çeteyên sûrî gihaşt Azerbêcanê. Her wiha hikumeta Tirkiyê bi rêya Tirkiyê dişîne wir. Ev beşa ku hatiye derbaskirin, beriya çend rojan ji herêma Efrînê ya dagirkirî derket û gihaşt xaka Tirkiyê. Li aliyekî din jî beşeke din ji bo çûna Azerbêcanê tê amadekirin.

Li ser sînorê bakur a di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de di 27’ê vê Îlonê de digel derbasbûna tirkî-rûsî li ser xeta aloziyê nakokî û şer dest pê kir. Her wiha Azerbêcanê êrişî herêma Qerebaxê ya çiyayî kir. Di encamê de di navbera duyan de heta îro şer heye.

(fr)

(ي ح)