Dewleta Tirk li Girê Spî yê dagirkirî girekî dîrokî wêran kir

Çavkaniyên herêmî ji hundirê herêmên dagirkirî daxuyand ku artêşa Tir a dagirker û çeteyên wê li bajarokê Silokê ya girêdayî kantona Girê Spî ya dagirkirî girekî dîrokî wêran kir û tiştên tê de dizîn.

Dewleta Tirk li Girê Spî yê dagirkirî girekî dîrokî wêran kir
29 îlon, 2020   11:22
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyên, girê Dehlîz ê bi 30 kîlometre dûrî bajarokê Silokê hat rastkirin. Her wiha ji beriya çend rojan ve bi hinceta avakirina nuqteya leşkerî li ser gir ew gir hat wêrankirin û nêzbûna sivîlan hat qedexekirin.

Li aliyekî din jî girê Heşîşa yê 25 kîlometre dûrî bajarokê Silokê ye hat rastkirin. Ew gir li rêya di navbera kantona Girê Spî û bajarê Serêkaniyê de ye.

Çavkaniyan di mehên borî de daxuyandibû ku girê Sehlan a dîrokî yê li nêzî gundê Xirbet Riz e yê girêdayî Girê Spî yê dagirkirî jî hatiye rastkirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber cihên dîrokî yên girîng bi hedefa çewistandina mîrasa çand û şaristaniya gelên herêmê wêran dikin. Her wiha gelek cihên dîrokî yên navdar ên li kantona Girê Spî mîna bajarê Fara û girê Sebî El-Ebyed ê li bajarokê Hemam Turkmen rast kirın û wêran kirin.

(fr)

ANHA