Di operasyona QSD’ê ya li dijî tora dizan de kesekî din hate girtin

Operasyonên QSD’ê yên li dijî torên dizan berdewam dikin. Gelek kesên ku alavên xebatê, mazot û gelek kel û pelên din dizîbûn, hatin girtin. Her wiha kesekî pereyan didize jî hate girtin.

Di operasyona QSD’ê ya li dijî tora dizan de kesekî din hate girtin
25 îlon, 2020   06:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev demek e Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî gendelî û diziya hundirîn operasyon daye destpêkirin. QSD’ê herî dawî xebatkarekî xwe yê di yekîneya xizmetê de dixebitî yê bi navê E.Y. ku alavên xebatê, gule hwd difirotin û pere didizîn, destgîr kir.

Piştî lêpirsînê E.Y. derxistin dadgehê û ji ber ku sûcên ku kirine sabît in, hate girtin.

Demekê berê QSD’ê li dijî xebatkarên di yekîneya xizmetê de tev li sûcên gendelî û diziyê bûne, operasyon dabû destpêkirin û toreke dizan hatibû girtin. Hate zanîn ku E.Y. jî endamekê wê torê ye û ji ber ku sûcên wî ji aliyê dadgehê ve wek sabît hatine dîtin, hatiye girtin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yR2N4pmHGCs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>