Îran li hemberî DYA’yê “serfirazî” îlan kir

Piştî ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) zextên DYA`yê red kirin, Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ‘serfirazî’ îlan kir.

Îran li hemberî DYA’yê “serfirazî” îlan kir
23 îlon, 2020   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Îranê Rûhanî di Konseya Wezîran de axivî û got: “Neteweya Îranê serkeftineke mezin a siyasî, hiqûqî û dîplomatîk bi dest xist. Sedema vê serfiraziyê berxwedana gelê Îranê ye.”

Her wiha Rûhanî got: “Mezinahiya Amerîkayê wekî hegemonyaya wê ya cîhanî têk çû.”