Teqîna li Eyn Qana di depoya çekan a Hizbullah de bû

Çavkaniyekî ji Reutresê re eşkere kir ku teqîna li bajarokê Eyn Qana yê herêma Tifah a başûrê Lubnanê sedema pirsgirêkeke teknîkî di depoya çekan a Hizbullah de ye.

Teqîna li Eyn Qana di depoya çekan a Hizbullah de bû
22 îlon, 2020   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêvebirê Navenda Îrtîkaz a Ragihandinê Salim Zehra li ser tîwttera xwe nivisî: "Şewata li Eyn Qana encama teqînekê li navenda komkirina bermahiyên şer û topan e. Ji ber teqînê ziyanên canî çênebûn, tenê ziyanên madî çêbûn."

Li aliyekî din Sekreterê Giştî yê Xaça Sor Jorj Ketana got: "Me agahî girtin ku teqînek li Eyn Qanayê çêbû. Ambulansa yekemîn berî da cihê teqînê. L gorî agahiyên destpêkê birîndar tune ne.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZTZ0QTvL_ds" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>