Herêma Kesk a Bexdayê bi hewanan hat hedefgirtin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku 3 topên hewanê li hundirê herêma Kesk a Bexdayê ketine.

Herêma Kesk a Bexdayê bi hewanan hat hedefgirtin
22 îlon, 2020   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandinê bi daxuyaniyekê diyar kir ku îro berbanga sibehê 3 topên hewanê li hundirê herêma Kesk a Bexdayê ketin, lê ziyan çênebû.

Her wiha şaneyê da zanîn ku ew topên hewanê ji herêma El-Kirada a li hember Dibistana El-Irfan hatine avêtin.

Herêma Kesk û derdora balyozxaneya Amerîkayê bi awayekî domdar bi topên hewanê ji aliyê kesên nenas ve tên hedefgirtin.

(oh)