​​​​​​​Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê: 33 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê got, di 24 saetên dawî de 33 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 3 jî mirin.

​​​​​​​Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê: 33 kesên din bi koronayê ketin
21 îlon, 2020   19:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku 33 kesên din bi şewba vîrusa koronayê (Covid-19) ketin û 3 kesên din ji ber vîrusê mirin.

Wezaretê got ku hejmara pêkheteyên vîrusa koronayê li Sûriyê bû 2 hezar û 833 û hejmara miriyan jî gihaşt 175'an.