Rêveberiya Jinan a Reqayê rewşa dawîn a herêmê nirxand

Rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê geşedanên siyasî û bûyerên derxistina fitneyê li herêmê di civînekê de li taxa Mişleb nirxand. Her wiha di civînê de sînevîzyonek girêdayî sûcên ku li herêmên dagirkirî têne kirin, hate pêşendan.

Rêveberiya Jinan a Reqayê rewşa dawîn a herêmê nirxand
Rêveberiya Jinan a Reqayê rewşa dawîn a herêmê nirxand
Rêveberiya Jinan a Reqayê rewşa dawîn a herêmê nirxand
Rêveberiya Jinan a Reqayê rewşa dawîn a herêmê nirxand
Rêveberiya Jinan a Reqayê rewşa dawîn a herêmê nirxand
Rêveberiya Jinan a Reqayê rewşa dawîn a herêmê nirxand
Rêveberiya Jinan a Reqayê rewşa dawîn a herêmê nirxand
21 îlon, 2020   11:19
REQA

Rêveberiya Jinan a Reqayê xebatên xwe ji bo lidarxistina rêzecivînan bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî didomîne. Îro rêveberiyê civînek li taxa Mişleb a li bajarê Reqayê bi tevlibûna jin û endamên meclisên jinan û komînan li dar xist.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Meclisa Sûriya Demokratîk Dilber Xelîl axivî û behsa lihevkirinên di navbera hikumeta Şamê û Rûsyayê de yê girêdayî parastina axa Sûriyê bêyî mudexeleya kar û barên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Dilber bûyerên derxistina fîtneyê ji hêla aliyên ku dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin bi bîr xistin û got ji ber têgihiştina gel û xwedîderketina li saziyên Rêveberiya Xweser ew hewldan hemû bibin ketin.

Her wiha Dilber di nav gotinên xwe de binpêkirina dewleta Tirk û çeteyên wê hurmeta goristanên şehîdan şermezar kir û got: “Ev tişt gelek ecêb e, îdia dikin ku muslimanên lê di rastiyê de berovajî ola Islamê ne.”

Piştî bi dawîbûna civînê, semînerek girêdayî sûcên dewleta Tirk li dijî gelê bi giştî û jinê bi taybet li herêmên dagirkirî hate pêşendan.

Rêveberiya Jinê bi heman armancê civîn li bajarokê El-Cedîdat li gundewarên başûrê Reqayê li dar xist.

(şx)

ANHA