Li herêmên hikumeta Şamê 40 kesên din bi vîrusa koronayê ketin, 3 jî mirin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê  ragihand ku di 24 saetên dawî de 40 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 3 jî mirin.

Li herêmên hikumeta Şamê 40 kesên din bi vîrusa koronayê ketin, 3 jî mirin
18 îlon, 2020   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê got, 40 kesên din li Sûriyê bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketin û 3 jî mirine.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê, li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê bû 3 hezar û 731 û hejmara miriyan bû 168'an.