Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî nasnameyên şexsî derdixe

“Hikumeta Inqazê” ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker ragihand ku li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, dest bi belavkirina nasnameyên takekesî kiriye.

Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî nasnameyên şexsî derdixe
16 îlon, 2020   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser rûpela Facebookê ya qaşo ‘Hikumeta Inqazê’ hat ragihandin ku civînek wê ji bo lêkolînkirina amadekariyên destpêkirina derxistina nasnameyên takekesî ji sivîlên li herêmên dagirkirî re, heye.

Ev pêngava xeternak ne ya yekemîn e, her wiha piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hin herêmên Sûriyê dagir kirin, dest bi guhartina demografiyê kir.

Ev siyaset bi erkdarkirina waliyên Tirk ji rêvebirina van herêman, guhartina demografiya herêmê dest pê kir. Her wiha piştî koçberkirina şêniyên herêmê yên resen, dewleta Tirk a dagirker bi hezaran çete û malbatên wan, bi taybet Tirkmen veguhastin van herêman. Li aliyekî din jî van koman materyalên xwendinê derbas kirin û alên dewleta Tirk li van herêman hildan.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi hewldana derbekirina nû ya nasnameya sûrî li van herêman, bikaranîna lîreyê xwe li şûna ya Sûriyê ferz kir.

Hikumeta Inqazê di hefteya borî de biryara bikaranîna lîreyê Tirkiyê li tevahî herêmên dagirkirî da. Her wiha gef li kesên lîreyê Sûriyê bi kar bîne, xwarin. Di heman demê de pisporan hişyarî da ku hin nîşaneyên xurt ên niyeta qutkirina dewleta Tirk a herêmên dagirkirî ji Sûriyê heye ku hêdî hêdî bi Tirkiyê ve girê bide.  Her wiha pisporên bi navê “Itîlafê” bi rewakerên van kiryar û sûcan bi nav kirin.

(fr)

ANHA