'Bi rihê berxwedana Kobanê em berxwedana Heftenînê silav dikin'

Li Kobanê bi boneya salvegera berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê, çalakiyeke hunerî bi diruşmeya 'Bi rihê berxwedana Kobanê em berxwedana Heftenînê silav dikin', hate lidarxistin.

'Bi rihê berxwedana Kobanê em berxwedana Heftenînê silav dikin'
'Bi rihê berxwedana Kobanê em berxwedana Heftenînê silav dikin'
'Bi rihê berxwedana Kobanê em berxwedana Heftenînê silav dikin'
'Bi rihê berxwedana Kobanê em berxwedana Heftenînê silav dikin'
15 îlon, 2020   19:28
KOBANÊ

Çalakî ji aliyê Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk û Tevgera Kevana Zêrîn ve hat lidarxistin.  Gelek komên mûzik, stran û şona yên pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî çalakiyê bûn.

Axaftina destpêkê ya çalakiyê ji aliyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Arif Balî ve hate kirin.

Balî got: "Berxwedana li Kobanê hate raberkirin li Heftenînê li hemberî heman zihniyetê di lûtkeyê de ye." Balî banga berxwedana li hemberî dagirkeriyê li gel Kurd kir.

Piştî axaftinan,  Koma Botan, Koma Hevrîn û komên girêdayî navenda çand û hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê stran gotin

Hunermenên Kurd û Ereb, Sîpan Xelat, Baran Gulbuhar û Fîras Iweyid stran.

Şahîd bi stranên netewî û folklorî bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/0TmCuhwPrSM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>