Atîna: Ji bo ku diyalog dest pê bikin divê dewleta Tirk şantajên xwe rawestîne

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis îro got amade ne yekser bi Enqereyê re bikevin diyaloga girêdayî herêmên deryayî bi şertê ku dewleta Tirk şantajên xwe li herêmê bi dawî bike.

Atîna: Ji bo ku diyalog dest pê bikin divê dewleta Tirk şantajên xwe rawestîne
15 îlon, 2020   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro şandeyên leşkerî yên dewleta Tirk û Yewnanistanê civînek li avahiya NATO`yê ya li paytexta Balçîkayê Brukselê li dar xist da ku rêbazên çareserkirina aloziyê nîqaş bikin.

Beriya wê sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg û serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan li ser destpêkirina dan û standinan di navbera Enqere û Atînayê de li hev kir da ku mekanîzmayên derbaskirina rageşiya li rojhilatê Deryayê Spî deynin.

Têkiliyên di navbera Yewnanistan û dewleta Tirk de li herêma rojhilatê Deryayê Spî ji ber lêgerîna dewleta Tirk li jêderên enerjî û berhemên xwezayî li herêmên ku Yewnanistan dibêje yên wê ne, derketin.

(şx)