Şêniyên Reqayê tev li çalakiya konvedanê bûn

Bi dehan şêniyên Reqa û gundewarên wê tev li çalakiya konvedanê ya ku meclisên gel ên Reqayê û gundewarên wê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê û guhertina demografiya herêmên dagirkirî li dar xistiye, bûn.

Şêniyên Reqayê tev li çalakiya konvedanê bûn
Şêniyên Reqayê tev li çalakiya konvedanê bûn
Şêniyên Reqayê tev li çalakiya konvedanê bûn
Şêniyên Reqayê tev li çalakiya konvedanê bûn
Şêniyên Reqayê tev li çalakiya konvedanê bûn
Şêniyên Reqayê tev li çalakiya konvedanê bûn
15 îlon, 2020   11:47
REQA

Bi sedan şêniyên bajarê Reqa û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û malbatên şehîdan herikîn bin konê çalakiyê yê ku li berava çemê Firatê li nêzî Pira Kevn a Reqayê hatiye vedan.

Di bin konê çalakiyê de wêneyên şehîdan, alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û pankartên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk û siyasetên wê li herêmê hatin daliqandin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê rêveber ê meclisên gel ên Reqayê Luay El-Îsa daxuyaniya çalakiyê xwendin û bi rêya wê sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî yên Sûriyê ji kuştin, koçberkirina û guhertina demografiya wan herêman şermezar kirin. El-Îsa bal kişand ser ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanabûn milyonek kes li Hesekê bê av dihêlin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku alîkariya gelê Sûriyê bikin û rê li pêşiya dagirkera Osmanî bigirin.

Piştî bidawîbûna daxuyaniyê, bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan endama rêveber Hîbe Mihemed, Meclisa Sivîl a Reqayê endamê desteya hevserokatiyê Şeze Mihemed, saziyên başûrê gundewarên Reqayê endamê rêveber ê meclisên gel Reid El-Temir, Saziya Gaziyan  Ehmed Taha axaftin hatin kirin. axaftvanan îşaret bi berdewamkirina şoreşa gelê Sûriyê li dijî her dagirkerekê yan jî timakerekê.

Her wiha axaftvanan piştrast kir ku dê rê nedin Erdogan û çeteyên wê ku demografiya axa Sûriyê biguherin ji ber ku ev ax axa Sûriyê.

Axaftvanan sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Srûiyê şermezar kirin.

Piştî bi dawîbûna axaftinan Rêveberiya Jinan a Reqayê, sînefizyonek girêdayî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê bakurê Sûriyê û şanoyek ku rewşa gelên Sûriyê li herêmên dagirkirî vedibêje pêşendan.

Tê payîn ku çalakî 2 rojan bidome.

(şx)

ANHA