Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li dozgeriyê da.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
15 îlon, 2020   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Rêzan Sarica, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo ku sibê bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2-22’yê Gulana 2019’an û 12-18’ê Hezîranê 2019’an û 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anîbûn.

Parêzeran ji 7’ê Tebaxa 2019’an heta niha 103 caran serî li dozgeriyê da lê heta niha bersiva serlêdana wan nehatiye dayîn.