Li Helebê têkildarî biryara 2254'an semînerek hate dayîn

Meclisa Jinan a Sûriyê, têkildarî biryara 2254'an, a derbarê danûstandinên aştiyê li Sûriyê de semînerek da.

Li Helebê têkildarî biryara 2254'an semînerek hate dayîn
Li Helebê têkildarî biryara 2254'an semînerek hate dayîn
Li Helebê têkildarî biryara 2254'an semînerek hate dayîn
Li Helebê têkildarî biryara 2254'an semînerek hate dayîn
Li Helebê têkildarî biryara 2254'an semînerek hate dayîn
10 îlon, 2020   14:10
HELEB

Meclisa Jinan a Sûriyê (Buroya Helebê), li ser biryara 2254 a ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî sala 2015'an ji bo destpêkirina diyalogên aştiyê li Sûriyê û bidawîkirina şer ragihandibû, semînerek organize kir.

Semîner bi beşdarbûna bi dehan şêniyên taxa Şêxmeqsûd, tevî nûnerên partiyên siyasî li hola civînan a rojhilatê taxê hate dayîn û bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Endama rêveber a Meclisa Jinan a Sûriyê Heyfa Hesen axivî, behsa krîzên ku ji ber şerê li Sûriyê derketine kir.

Her wiha bal kişand ser zehmetiyên ku jinan ji ber şer dikişînin kir û got: "Jin bûn qurbaniyên şer. Meclisa Jinan a Sûriyê biryara 2254'an wekî tova sereke ya çareserkirina aloziya Sûriyê bibîne."

Endama Meclisa Jinan a Sûriyê, Bêrîvan Horo bendên biryara 2254'an xwend ku ji 16 xalan pêk tê û banga diyalogan û pêvajoya siyasî li aliyên Sûriyê dike xwendin.

Di dawiyê de beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Hate gotin ku çareseriya aloziya Sûriyê di destê gelê sûriyê de ye, nabe aliyeke ji danûstandinên siyasî û komîteya nû ya destûrê werin dûrxistin.

ANHA