​​​​​​​Rojnameyên erebî: Plana Tirkiye-Îranê ya derbekirina dewletên Ereban

Rojnameyên erebî yên îro behsa encamên serdana Rûsyayê li Şamê, nakokiya li rojhilatê Deryaya Spî û tevgerên Tirkiye-Îranê li dewletên Ereban kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Plana Tirkiye-Îranê ya derbekirina dewletên Ereban
9 îlon, 2020   07:08
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: LAVROV Û ALOZIYA SÛRIYÊ YA VEMIRÎ

Têkildarî encamên serdana şandeya rûsî ji Şamê re, rojnamegerî sûrî Behaa Ewam gotarek nivîsand û di rojnameya El-Ereb de belav kir. Ewam got: "Piştî 8 salan ji aloziyê, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov serdana Şamê kir. Lavrov di berîkên xwe de çareseriyên ji aloziya Sûriyê re neanîn. Lê belê tenê sepandina baregehên welatê wî li peravên Deryaya Spî anî. Dem hat ku xalan deynin ser tîpan û nakokiyên der barê bicihbûna mayînde ya Rûsyayê li Sûriyê de çareser bikin."

Ewam wiha domand: "Serê dîplomatiya rûsî gihaşt Şamê û aloziya Sûriyê ji nêzî salekê ve vemirî ye. Tu kes naxwaze ku îro biteqe. Aliyên herêmî û navneteweyî niha bi dozên dîtir re mijûl in. Tu zirar nagihîne wan ku vê demê ji bo daneheva xwe ya hundirîn bi kar bînin ku di şer de dijwar pêk were."

ŞERQ EL-EWSAT: RÛSYAYÊ NAVBEYNKARÎ JI BO ALOZIYA LI ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ PÊŞNIYAR KIR

Der heqê mijarê de, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Di demekê de ku dê sibe li navenda NATO’yê civîna rayedarên leşkerî ji dewleta Tirk û Yewnanistanê pêk were ku nakokiyên heyî lêkolîn bikin û dest bi diyalogên dosyayên nakok bikin, Rûsya navbeynkarî di navbera aliyên binakok de pêşniyar ku vê pirsgirêkê bi dawî bikin."

UKAZ: PLANA TIRKIYE-ÎRANÊ YA DERBEKIRINA NASNAMEYA EREBÎ

Têkildarî mijarê rojnameya Ukaz wiha nivîsî: "Koordînatê giştî yê ‘kombûna ji bo serweriyê’ Nofel Dewa got serdana serokê nivîsgeha siyasî ya tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye ji Lubnanê re ji bo hevkariya bi Hizbullahê re pêk hat. Dewa hişyarî li ser xetereya mijarê da ku ev hewldana Îranê ya serweriya li ser biryara Filistînê ye, mîna çawa li ser biryara Lubnanê serwer e.

Dewa da zanîn ku tişta vê yekê tîne bîra mirov ku Hafiz Esed jî bi rêya serweriya li ser Lubnan û kompên penaberên Filistînê li Lubnanê, kaxiza filistîniyan bi kar dianî da ku ereban ji aliyekî ve şantaj bike, her wiha da ku wê kaxizê jî di dan û standin û lihevkirina bi rojavayiyan (DYA û Îsraîl) re, ji aliyekî din ve da ku pergala xwe biparêze, bi kar bîne.”

(fr)