Ji bo şehîdên Berxwedana Serdem û Heftenînê merasîmek hat lidarxistin

Li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê ji bo  şehîdên berxwedana Heftenînê û Berxwedana Serdemê merasîmeke xiyabî bi beşdarbûna bi sedan şêniyan hate lidarxistin.

Ji bo şehîdên Berxwedana Serdem û Heftenînê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîdên Berxwedana Serdem û Heftenînê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîdên Berxwedana Serdem û Heftenînê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîdên Berxwedana Serdem û Heftenînê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîdên Berxwedana Serdem û Heftenînê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîdên Berxwedana Serdem û Heftenînê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîdên Berxwedana Serdem û Heftenînê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîdên Berxwedana Serdem û Heftenînê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîdên Berxwedana Serdem û Heftenînê merasîmek hat lidarxistin
8 îlon, 2020   17:50
ŞEHBA

Ji bo 6 gerîlayên ku di dem û cihên cûda de şehîd bûn, di nav de fermandar Dozdar Hemo û 6 şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê merasîmek xiyabî li kampa Serdem hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên herêma Efrînê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê endamê rêvebir ê meclisê Hesen Berko sersaxî ji malbatên şehîdan û gel Kurd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehbayê, endama rêvebir a meclisê, Menal Şêxo got: "Ji bo giyanê her şehîdekî ku qeydên desthilatdariyê şikand, ji ber her sêwiyekî ku bi rûndikên xwe bedena bavê xwe şûşt, ji bo her dayikekê ku hîna çavê wê li rê ne, ji bo her dilopel xwîn ku li ser darên welat ket û mezin bû, em silavê xwe yên germ ji şehîdên ku di oxira parastina welat de giyanê xwe feda kiriye."

Bi navê malbata şehîd Dozdar Hemo, birayê wê şehîd Merwan Hemo behsa jiyana şehîd Dozdar û hêviyên wê kir.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Yekitiya Ragihandina Azad a herêma Efrînê Idrîs Henan, li ser xebata şehîd Dozdar Hemo di warê ragihandinê de axivî û bi navê rojnamevanan soza şopandina xeta wî da.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Nîroz Ebdo û Hikumet Hisên nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Merasîm bi diruşmeyên "Şehîd namirin", bi dawî bû.

Şehîdên hatine bibîranîn ev in; Coliyan Xelo (Sorxîn Amed) 6'ê Tebaxê di berxwedana Heftnînê de şehîd bû, Mihemed Mihemed (Diyar Efrîn) 30'yê li bajarê Helebê şehîd bû, Ebdo Osman (Aram Efrîn) 18'ê Tebaxê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bû, Ebdulrehman Hemo (Dozdar Hemo), 26'ê Mijdara 2019'an li Qendîlê şehîd bû, Mihemed Mehmûd (Çiya Efrînê) 30'yê Tebaxê li bajarê Heleb şehîd bû, Mihemed Xelîl (Ciwan Siwar) 21'ê Tîrmehê li Amanosê şehîd bû.

ANHA