​​​​​​​Ji ber lehiya li Sûdanê derdora 100 kes mirin

Di lehiya mezin a ku li Sûdanê rabûye, hate diyarkirin ku 100 kesan jiyana xwe ji dest da û bi kêmanî 100 mal hilweşiyan.

​​​​​​​Ji ber lehiya li Sûdanê derdora 100 kes mirin
8 îlon, 2020   19:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûdanê (SUNA), ji ber leheya li Sûdanê rabûye, derdora 100 kesî jiyana xwe ji da û zêdetirî 100 mal hilweşiyan.

Hikumeta Sûdanê, roja Şemiyê ji ber lehiyê, rewşa awarte heta 3 mehan ragihand.

Li gorî daneyên dawî ya Wezareta Avê ya Sûdanê, asta çemê Nîlê gihaşt 17.62 mîtrî. Yemîn car piştî zedeyî sed salan asta ava çem negihaştiye vê hejmarê.