Êrişên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê zêde dibin… 48 leşkerên hikumetê hatine kuştin

Di hefteya derbasbûyî de êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî hêzên hikumetê yên li çolistana Sûriyê zêde bûne û di encamê de 48 leşker hatin kuştin. Her wiha peywendiya bi zêdetirî 50 leşkerî re qut bû.

Êrişên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê zêde dibin… 48 leşkerên hikumetê hatine kuştin
6 îlon, 2020   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Sûriyê bi hevkariya balafirên şer ên Rûsyayê operasyonên paqijkirinê li çolistana Sûriyê ya li gundewarên Himisê û sêgoşeya Heleb-Hema û Reqayê berdewam dikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) berî niha ragihandibû ku balafirên Rûsyayê bi armanca sînordarkirina êrişên çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê digerin  û rojane êrişan pêk tînin.

Çeteyên DAIŞ`ê ev demek e nuqteyên hêzên hikumetê yên li deverên cuda li çolistana Sûriyê  dikin armanc.

Çeteyên DAIŞ`ê çolistana ji rojavayî Dêrazorê heta çolistana Bokemalê ya rojhilat, rêya Dêrazor-Meyadîn, rêya Himêmiyê ber bi bajarê Tetmurê yê li bejahiya rojhilatê Himusê ve, herêma Resafê ya li gundewarên Reqayê û herêma Eseriyê ya li bejahiya rojhilatê Hemayê û çolistana Siwêdayê, êrişên xwe didomînin.

eh